Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro dicive

23-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro Duşemê piştî nîvro demjimêr 15:00 bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive. Di rojeva kabîneyê de efûkirina deynên bac û bîme (sîgorta) yê welatiyan û guhertina destûrê heye.

Di civîna kabîneya hikûmeta Tirkiyê de rewşa aborî û efûkirina deynên welatî û kompanyayan ên bac û bîmeyê heye. Li gor îdiayan, dê faîza deynê welatî û kompanyayan ên heta 31ê Kanûna 2022an bên efûkirin.

Li gor yasaya ku bê derxistin, dê ligel faîza deynê bac û bîmeyê, cezayên edlî û îdarî jî bên efûkirin. Herwiha dê hinek deynên kompanyayan jî bên efûkirin.

Herwiha dê deynên welatiyan bo şaredariyan û deynên bûrsan ên xwendekaran jî di çarçoveya yasayê de ji nû ve bên nirxandin û cezayên trafîkê jî bên efûkirin.

Li aliyekî din guhertina xala destûrê ya derbarê hîcabê de jî dê di civîna kabîneyê de bê nirxandin.

Erdogan dê piştî civîna kabîneyê civîneke çapemeniyê saz bike û biryarên kabîneyê bo raya giştî ragihîne.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst