Doza Parlamenter Selma Irmak hat taloqkirin

Amed (Rûdaw) - Îro dadgehê doza Parlamentera HDPê Selma Irmak bi îdiya heqaret li Serokomarê Tirkiyê kiriye, taloq kir.


Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), a Colemêrgê Selma Irmak di civîna Lîjneya Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de ku 14-15ê mijdara 2015an li Amedê hatibû sazkirin, ji televîzyoneke ser bi PKKê re axivîbû.


Irmak bi îdiya di axaftina xwe de, heqaret li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kiriye, doz lê hatibû vekirin. Ji salekê heta 4 salan cezayê hepse ji Irmak re tê xwetin. Rûniştina doza Irmak li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.


Selma Irmak beşdarbûna rûniştinê ya bi rêya dîmen û vîdyo  red kir û beşdar nebû. Parêzerê Irmak, amade bû. Piştî rûniştinê dest pê kir parêzer berata miwekîla xwe xwest û daxwaz kir ku miwekîla wî li salona dadgehê amade be.


Piştî parastina parêzer, heyeta dadgehê xwesteka perêzer red kir û dadgehê dozê taloqî 24ê Nîsanê kir.