Zextên li ser Elewiyên Sûriyeyê hatin protestokirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Samandagê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê, bi sedan kesan bi sedema ku zext li Elewiyên Sûriyeyê tê kirin xwepêşandan li dar xist.

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Samandagê yên DEM Partî, saziyên sivîl ên çep û gelek komeleyên Elewiyan di nav de ne li navçeya Samandagê li dijî kiryarên li hemberî Elewiyên Sûriyeyê xwest bimeşin.

Bi sedan kes li Bazarê Meydanê ya navçeya Samandagê ku piraniya nişteciyên wê Elewiyên Ereb in civiyan lê polîsan rê neda ku dest bi meşê bikin.

Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Samandagê Mustafa Çelîk got:

“Di encama rûdanên li Sûriyeyê roja 8ê Kanûna Pêşîn çeteyên di bin kontrola HTŞyê de li Şamê rêveberî bi dest xistin.

Di êrişên emperyalîst ên sala 2011an ên li Sûriyeyê yên bi destê van çeteyan hatin destpêkirin de li dijî Elewî, Xirîstiyan, Êzidî, Kurd û hemû gelên bindest ên ne ji wan bûn komkujî pêk hatin.”

Mustafa Çelîk da zanîn li bajarên wekî Lazqiye, Tartus û Hamayê êrişî Elewiyên Ereb tê kirin û ew tên kuştin.

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Samandagê bi slogana “Ji Komkujî û Şeran re bêje raweste! Ji bo jiyana mirov tekoşînê bike!” kampanya da destpêkirin û banga piştgiriyê kir.