Hewlêr (Rûdaw) – Baroya Stenbolê di daxuyaniyekê de diyar kir ku kuştina rojnamegeran binpêkirina Peymana Cenevreyê ye.
Baroya Stenbolê doh li ser hesabê xwe yê Xê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê yên ku pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê dişopandin û li nêzîkî Bendava Tişrînê ya Kobaniyê di êrişeke dronên Tirkiyeyê de hatin kuştin daxuyaniyek belav kir.
Baroya Stenbolê di daxuyaniya xwe de da zanîn:
“Armancgirtina rojnamegeran a li herêmên şer, binpêkirina Yasayên Mirovî yên Navneteweyî û Peymana Cenevreyê ye.”
Baroya Stenbolê anî ziman:
“Li gorî agahiyan, rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn 19ê Kanûna Pêşîn dema ku pêşhatên li Sûriyeyê dişopandin, di encama êrişekê de canê xwe ji dest da.
Li herêma şer armancgirtina rojnamegeran binpêkirina Yasayên Mirovî yên Navneteweyî û Peymana Cenevreyê ye.
Armancgirtina sivîlên ku di wî şerî de ne alî ne li gorî Madeya Statuya Roma 8/2/b/ii. yek ji tawanên şer e.
Li gorî yasayên mafên mirovan ên navneteweyî divê rojnamegerên li wan herêman dixebitin werin parastin.”
Her wiha di daxuyaniya Baroya Stenbolê de hat gotin ku dema xwepêşandana li meydana Şîşhaneyê ya Stenbolê ku li dijî wê êrişê hatibû lidarxistin, du parêzer û bi dehan rojnameger hatine desteserkirin.
Baroya Stenbolê xwest ku kuştina her du rojnamegeran were lêkolînkirin û derbarê bûyerê lêpirsîn bê destpêkirin.
Her wiha kesên di xwepêşandanê de hatine desteserkirin jî werin berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse