Li 32 bajaran 304 kes bi gumana DAIŞê hatin desteserkirin

22-12-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li 32 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistan di operasyoneke hemwext de 304 gumanbarên DAIŞê hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê  Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên ewlehiyê yên wî welatî bi hevahengiya Serokayetiya Îstixbaretê û Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Tirkiyeyê li 32 parêzgeran operasyoneke DAIŞê ya bi navê “Qehreman-34” dan destpêkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di çarçoveya operasyonê de li 32 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi awayekî hemwext bi ser çend navnîşanan de girtin.

Alî Yerlîkaya ragihand di operasyonê de bi giştî 304 kes bi gumana DAIŞê hatine desteserkirin û got:

“Em 365 rojên salê û 4 demsalan bi şev û roj operasyonan pêk tînin. Rûbirûbûna me ya terorê heta nehiştina terorîstê dawî dê bêyî navber berdewam bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst