Parlamenteriya Semra Guzel hat hilweşandin

22-12-2022
RÛDAW
Nîşan Semra Guzel Parlamentoya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenteriya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel bi hinceta “Beşdarnebûna Parlamentoyê” hat hilweşandin.

Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê roja Pêncşemê 22ê Kanûna 2022an biryara xwe ya derbarê Parlamentera HDPê Semra Guzel de eşkere kir.

Li gor biryara Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê bi hinceta “Beşdarnebûna Parlamentoyê” parlamenteriya Semra Guzel hatiye hilweşandin.

Li Lijneya Giştî di dengdayînê de 371 deng hatine bikaranîn ku 330 ji wan dengên “Belê” û 42 jî dengên “Na” ne.  AKP, MHP, IYI Partî û CHP ji bo hilweşandina parlamenteriya Semra Guzel dengên "Belê" bikaranîne û hemû parlamenterên gruba HDPê jî dengên “Na” bikaranîne. Di dengdanê de Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mithat Sancar jî amade bûne.

Parlamenterên HDPê yên ku di dengdana li Parlamentoya Tirkiyê de amade bûn piştî hilweşandina parlamenteriya Semra Guzel biryar protesto kirin.

Komîsyona Hevbeş a ji Komîsyona Edaletê û Komîsyona Destûra Bingehîn pêk tê, 17ê Mijdara 2022an ji bo gotûbêjkirina rapora beşdarnebûna Parlementera HDPê ya Amedê Semra Guzel bo Parlamontoya Tirkiyê civiyabû û bi piraniya dengan rapor hatibû qebûlkirin û biryar hatibû dayîn ku rapor bo Parlamentoya Tirkiyê bê şandin û li vê derê biryara dawî bê dayîn.

Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel piştî ku parêzbendiya wê hatibû rakirin, di 3ê Îlona 2022ê de hatibû desteserkirin. Doznemaya ku  Serdozgeriya Komarî ya Enqerê bi hinceta “endamtî û propagandeya rêxistinê” derbarê Semra Guzel de amadekiribû 29ê Îlona 2022ê temam bû. Di doznameyê de  bo Parlamentera HDPê bi hinceta “endamtiya rêxistina çekdarî ya terorê” ji 7 sal û 6 meh heta 15 sal cezayê girtîgehê hatiye xwestin.

Semra Guzel di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de wek parlamentera HDPê ya Amedê hatibû hilbijartin. Semra Guzel ji ber dîtina çend wêneyên wê di telefona yek ji gerîlayên PKKê Volkan Bora  de ku di êrîşeke artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dabû, parêzbendiya wê hatibû rakirin, lê Guzel derbarê wan wêneyan de gotibû, “Di atmosfera erênî ya pêvajoya çareserî û aştiyê ya di navbera 2013-2015an de ku hatibû destpêkirin, mîna gelek kesên ku hewl dabûn zarok, dayîk, bav û hezkiriyên xwe bibînin, min jî hewl da ku xwe bigihînin Volkan Bora.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst