Çavuşoglu: Tiştê ku Swêd û Finlandê kirine ne bes in

22-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê endambûna Swêd û Finlandê bo NATOyê û daxwazên Tirkiyê de ragihand, Swêd û Finlandê hinek gav avêtine, lê daxwazên Tirkiyê bi giştî nehatine cîbicîkirin û kesên daxwazkirî nehatine radestkirin.

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom îro 22ê Kanûnê serdana Enqerê kir û bi Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinek kir. Tobias Billstrom û Mevlut Çavuşoglu konferanseke hevbeş a medyayî saz kirin.

Mevlut Çavusoglu dibêje, derbarê kesên peywendiya wan ligel “PKKê” û “FETO”yê hene û li Swêdê ne nîgeraniyên wan hene.

Çavuşoglu got: “Swêd û Finlandê hinek gav avêtine û em ji vêya kêfxweş in, lê tiştê ku kirine ne bes in û divê kesên ku Tirkiye daxwaza wan dike bêne radestkirin. Lîsteya me ya kesên daxwazkirî vekirî û zelal e. Kesekî ku peywendiya wî bi PKKê re hebû û di nav lîsteya me de nebû hat radestkirin.”

Çavuşoglu dibêje, heta niha jî kesên pêwendiya wan bi terorê re hene bêtirs diçin Swêdê û wê derê bo xwe cihekî ewle û aram dibînin.

Wezîrê Derve yê Tirkijê herwiha got: “Em di tekoşîna dijî terorê de piştgiriya we dixwazin. Em ji nîgeriyên we yên terorê têdigihêjin. Niha jî pêwendiyên me di asta hevbeşiya stratejîk de ne. Ji bo em bibin hevpeymanên hevûdu divê hûn jî ji nîgeraniyên me têbigihên. Herwiha bê cudakarî divê em bi hev re li dijî terorê tekoşînê bikin. Em vêya di daxuyaniyê we de dibînin, lê divê em pêngavên berbiçav jî bibînin. Em ji hinek pêngavên hatine avêtin dibînin û kêfxweş in, lê hê divê gelek pêngavên girîng bên avêtin. Bi taybetî di mijara radestkirin û rawestandina mal û milkê wan kesên ku pêwendiya wan bi terorê hene pêşdeçûneke berbiçav nîne. Ev di girêbestê de bi awayekî vekirî hatine diyarkirin. Bi taybetî pêwîst e di warê tekoşîna dijî terorê de gavên bi bandor û berbiçav bêne avêtin. Divê em gavên berbiçav bibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst