Li Tirkiyê xelk çima berê xwe dide alkola sexte?

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê ber bi sersalê ve vexwarina alkola sexte ku ji sedî 70 ji alkola orijinal erzantir e belav dibe. Li gorî amarên fermî di nava 15 rojên dawî de ji ber vexwarina alkola sexte nêzî 60 kesan canê xwe ji dest daye.

Li gorî zanyariyan, ji sedî 95ê alkola sexte li ser internetê bi bihayeke erzan tê firotin û ancax ji sedî 5ê wê ji hin bayiyên tekelê tên firotin.

Pispor didin zanîn, ji ber ku li Tirkiyê baca li ser alkolê gelekî zêde ye, beşekî welatî berê xwe didin alkola qaçax. Bijîşk didin zanîn, alkola sexte ku li piyasê bi hêsanî tê firotin ji alkola metil tê çêkirin û ew jî dibe sedema jehrîbûn û mirina mirovan.

Li Tirkiyê ji ber vexwarina alkola sexte her ku diçe hejmara kesên ku canê xwe ji dest didin û jehrî dibin zêde dibe. Şafak Çetinê 50 salî jî bi salan e alkola sexte vexwariye û beriya 2 salan piştî ku jehrî bûye bi temamî dev ji vexwarina alkolê berdaye.

Welatî Şafak Çetin dibêje "Ji ber ku erzan bû min alkola sexte vedixwar. Ango me dizanibû dikuje jî me dîsa distand. Lê ez carekê bi jehrî bûm û verişîm. Hindik mabû bimiriyama."

Li Tirkiyê bi giştî nêzî 49 hezar bayiyên tekelê hene ku tê de vexwarinên bi alkol bi yasayî tên firotin. Li gorî Serokê Komeleya Hevkariya Bayiyên Tekelê Erol Dundar, ji sedî 95ê alkola sexte li ser internetê bêyî astengî tê firotin û ancax ji sedî 5ê wê ji hin bayiyên tekelê tên firotin.

Serokê Komeleya Hevkariya Bayiyên Tekelê got "Sedema herî mezin a alkola sexte polîtîkaya bihayê zêde ye. Dewlet bi bihayekê zêdeli ser alkolê bac werdigre. Ji ber krîza aboriyê welatiyên ku nikarin berhemên yasayî bistînin berê xwe didin berhemên qaçax. Divê dewlet tevdîrên hewce bigre û kesên ku tendurustiya xelkê dixin metirsiyê bi cizayê herî giran ciza bike."

Di sala 2021an de li Tirkiyê baca li ser alkolê ji sedî 25 zêde bû. Her wiha Tirkiye di nav welatên cîhanê de di rêza 6an de cih digre ku herî zêde ji alkolê bac werdigre. Ji loma jî di salên dawî de beşekî welatî ji ber ku alkol biha ye li malên xwe bi erzanî alkolê çêdikin. Her wiha dîsa ji heman sedemî vexwarina alkola qaçax ku ji sedî 70 ji alkola orijinal erzantir e belav dibe.

Welatî Sevinç Donmez diyar kir "Helbet sedem aborî ye. Jixwe li Tirkiyê çi rû bide sedema wê aborî ye. Hinek xelk ji ber ku erzan e berê xwe didin alkola qaçax."

Pispor didin zanîn, piraniya alkola qaçax ku li piyasê tê firotin ji alkola metil ku di karên pîşesaziyê de tê bikaranîn tê çêkirin û ew jî dibe sedema jehrîbûn û mirina mirovan.

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê Dr. Halis Yerlikaya ragihand "Alkola metil dibe sedema korbûn, seqetbûn û jehrîbûna mirovan. Her wiha dibe li ser kezeba reş pirsgirêkên mezin derdixe. Divê alkola metil neyê vexwarin. Lewra alkola metil di karên pîşesaziyê de tê bikaranîn. Ji ber sedemên krîza aboriyê kesên ku xwe nagihînin alkola normal berê xwe didin alkola sexte û wê bikar tînin."

Li Tirkiyê her sal ber bi sersalê ve vexwarina alkola sexte zêdetir dibe. Li gorî amarên fermî di navbera 10 û 18ê Kanûnê de nêzî 60 kesan ji ber alkola sexte canê xwe ji dest dane. Her wiha di operasyonên hêzên ewlekariya Tirkiyê de ji sedî zêdetir kesên ku alkola sexte çêdikin û difroşin jî hatine desteserkirin.