Ji ber axaftina Kurdî bav hat kuştin û kur birîndar e

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Sakarya yê Tirkiyê welatiyê bi navê Kadir Sakçi (43) û kurê wî Burhan Sakçi (16) ji ber axaftina Kurdî ketin ber êrîşeke çekdarî û bav canê xwe ji dest da û kurê wî jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.

 

Bûyer 16ê Kanûnê roja Şemiyê li ber qehwexaneya ser Cadeya Baştepeler a Taxa Yeni Mahalle ya navçeya Hendek a ser bi Sakaryayê qewimî. Li gor agahiyên hatine bidestxistin, Kadir Sakçi ku ji Mûşê ye dema kurê xwe Burhan Sakçi ji ba berber tîne, li ber qehwexaneyê rêya wan ji aliyê Hikmet Usta (55) û kesên li cem ve tê girtin.


Bav û kur ku bi Kurdî diaxifin, Hikmet Usta ji wan dipirse ka "hun Kurd in an Sûrî" ne, herdu jî dibêjin "belê em Kurd in" û ew jî dibêje "ji xwe kêfa me ji were nayê" û demançeya xwe derdixe guleyan berdide wan.


Bav û kur birîndar dibin û bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sakarya tên veguhestin, lê ligel hemû hewldanên pizîşkî Kadir Sakçi canê xwe ji dest da û kurê Burhan Sakçi jî ku di heman êrîşê de birîndar bûye, tedawiya wî berdewam e.


Êrîşker piştî êrîşê direve Bursayê û li wir tê desteserkirin. Li gor ahagiyên hatine bidestxistin, Hikmet Usta di îfadeya xwe de gotiye, "Dema bûyerê serxzweş bûm û nayê bîra min."


Derbarê bûyerê de birayê Kadir Sakçi, Selahattin Sakçi ji Rûdawê re axifî û got: "Em êrîşker qet nasnakin, herwiha ti axaftineke birayê min jî ligel wî kesî nebûye."