Li Girtîgeha Sincanê alozî: 14 fermanber û 7 zarok birîndar bûn

22-12-2018
RÛDAW
Nîşan Girtîgeha Sincanê Alozî Zarok
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li Beşa Zarokan a Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê paytexta Tirkiyê alozî derket û di encamê de 14 fermanberên girtîgehê û 7 zarok birîndar bûn. Heta niha sedema aloziyê nayê zanîn û zarokên birîndar bo nexweşxaneyê nehatine veguhestin û li girtîgehê tên dermankirin.

 

Dozgeriya Komarê ya Enqerê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku derengê şeva 21.12.2018an li Beşa Zarokan a Girtîgeha Sîncanê di navbera zarokên girtî de nîqaş derketiye û dema fermanber û zêrevanên girtîgehê hewl dane ku navbijêniyê bikin, 7 zarok û 14 zêrevan birîndar bûne.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin ku hemû zarokên birîndar li girtîgehê hatine dermankirin û pêwîst nehatiye dîtin bo nexweşxaneyê bên veguhestin. Piştî bûyerê 10 parêzer ji Sendîkaya Parêzeran a Enqerê û Komisyona Girtîxaneyan a Sendîkaya Parêzeran ber bi Sîncanê ketin rê.

 

Parêzer dibêjin, bi hinceta ku dema serdana wan ne maqûl bûye li pirsgehê nehiştine biçin hundir û herwiha bi çavên xwe dîtine ku 6-7 ambûlans çûne nav girtîgehê û paşê derketine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst