Kemal Kiliçdaroglu tê darizandin: ‘Ew mafdar e!’

22-11-2024
RÛDAW
Kemal Kiliçdaroglu/Wêne: Rûdaw Grafîk
Kemal Kiliçdaroglu/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Heqaret Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kemal Kiliçdaroglu bi hinceta ku “heqaret” li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kiriye tê darizandin.

Serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, bi hinceta ku “heqaret” li Recep Tayyîp Erdogan kiriye îro li Dadgeha Sihhiyeyê ya Enqereyê tê darizandin.

Dozger ji bo Kemal Kiliçdaroglu cezayê girtîgehê û qedexeya siyasetê dixwaze.

Kemal Kiliçdaroglu ji ber gotinên li dijî Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ên piştî lêpirsînên gendeliyê yên 17-25ê Kanûna Paşîn a 2013an derdikeve pêşberî dadgehê.

Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî li ber dadgehê doz şopand û ji alîgirên CHPyê yên ku ji bo piştgiriya Kiliçdaroglu li wir amade bûn pirsa dozê kir.

Alîgirê CHPyê Oktay Înan ji Rûdawê re got:

“Birêz Kiliçdaroglu heta dawî mafdar e. Rewşa Tirkiyeyê diyar e, wî her tim pişta kedkar û gundiyan girt.

Ew bi sekna xwe ya di bûyerên Geziyê de her tim pişta yê heq girt.

Em bi saya wî malnişîn bûm.”

Alîgirekî din jî anî ziman:

“Edalet ji me re lazim e.”

Dema ku Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî bi alîgirekî re diaxivî li rastî midaxeleya alîgirekî din hat.

Erdogan ji ber gotinên Kiliçdaroglu wê demê gilî tomar kiribû û li dijî Kiliçdaroglu doz hatibû vekirin.

Dozger di îdianameya dozê de ji Kiliçdaroglu re daxwaza cezayê girtîgehê û qedexeya siyasetê dike.

Kiliçdaroglu piştî nîvro bi malbata xwe re beşdarî rûniştina dozê bû.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel, Serokê Partiya Memleketê Muharrem Înce û Şaredarên Bajarê Mezin ên Enqere, Balikesîr, Bursa û Edeneyê jî ji bo piştgiriyê li hola dadgehê amade bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst