Doza Çeteya Yenîdoganê: ‘Em hêvî dikin tohmetbar cezayê herî giran bistînin’
Stenbol (Rûdaw) - Endamên Çeteya Yenîdoganê yên ku bijîşk, perestar û karmendên qada tenduristiyê ne tên darizandin û parêzer hêvî dikin ku ew cezayê herî giran bistînin.
Beriya bi demekê eşkere bûbû ku li qada tenduristiyê şebekeyekê ji bo ku pereyan ji dewlet û malbatan wergire sîstemek ava kiriye û bi vî karî rê li mirina gelek pitikan vekiriye.
Ev mijar li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûbû sedema bertekên mezin û demeke dirêj e nîqaş li ser tên kirin.
Li dadgehê doza darizandina wan dest pê kir û di îfade û têkiliyên wan ên ku eşkere bûne de tiştên ku zelal dibin, çavê mirov ditirsînin.
Eleqeya zêde ya medyayê û tedbîrên ewlehiyê yên li ber Dadgeha Bakirkoyê ya Stenbolê ji bo darizandina endamên Çeteya Yenîdoganê ne.
Doza wan 47 kesên ku pitikên nû jidayîkbûyî li nexweşxaneyên taybet veguhastine û rê li ber mirina wan vekirine li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê dest pê kir.
Li gorî belge û agahiyên ku eşkere bûne ew kes bûne sedema mirina 10 pitikan.
“Rewşa jina min li wê nexweşxaneyê ne baş bû”
Mert Evsen yek ji wan malbatên mexdûr e û got:
"Hevjîna min li Nexweşxaneya Guneyê pitika me anî dinyayê.
4 rojan em li wir hatin ragirtin û di nava wan rojan de jî nêzîkî 15-20 hezar lîreyên Tirkî pere ji me standin.
Hevjîna min li wir nebaş bû û zikê wê diwerimî.
Min paşê ew revand û bir nexweşxaneyeke din û li wir mehekê raza û rizgar bû.
Şikur pitikê min tiştek pê nehat lê ez gelekê ber malbatên din dikevim.”
Ev doz û dosya wekî skandala herî mezin a di qada tenduristiyê de tê binavkirin.
Li gorî agahî û belgeyan, çete ji bijîşk, perestar û karmendên tenduristiyê pêk tê.
Çeteya Yenîdoganê ji bo ku pereyekî zêdetir ji dewletê wergire gelek pitik ji bo nexweşxaneyên taybet veguhastine û li wir dermankirinên pêwîst ji bo wan nekirine.
Tedawî û dermanên ne guncav dane wan û rasterast bûne sedema mirina pitikan.
Di dozê de 22 tohmetbar bi awayekî girtî tên darizandin û îdianameya ku hatiye amadekirin jî ji hezar û 400 rûpelan pêk tê.
“Ev doz nîşaneya rûxana sîstema tenduristiyê ye”
Parêzer Ozgecan Sirmayê li ser dozê ji Rûdawê re got:
"Ew doz di heman demê de nîşaneya rûxana sîstemê tenduristiyê ye.
Ew tişt tenê ne li beşê zarokên ku nû bûne pêk tê, li beşên kal û pîran jî heye.
Ma qey çeteya beşê stendan nîne? Qey li beşa diyalîzê ew tişt nabe?
Bi milyon dolaran pere belasebeb ji xelkê tên standin.
Hem ji hêla madî ve çavkaniyên me diçin û hem jî canên me diçin.”
“Em li bendê ne cezayên giran li wan werin birîn”
Parêzera bi navê Serpîl Çinarê jî anî ziman:
“Ew doz êdî bûye malê raya giştî. Bi rastî wehşeteke wisa ye ku qet nayê hişê mirov jî.
Ji ber wê yekê jî em li bendê ne ku cezayên gelekî giran li wan kesan werin birîn."
Piştî ku ew skandal eşkere bû ruxsetên 10 nexweşxaneyên taybet hatibûn betalkirin û mijar li Parlamentoya Tirkiyeyê jî bûbû sedema nîqaş û aloziyan.
Dozgerê dozê ji bo tohmetbaran daxwaza bi sedan sal cezayê girtîgehê dike.
Doza ku li Stenbolê bi beşdariya wan malbatên ku pitikên wan hatine kuştin, hejmareke zêde parêzêr, serokên çendîn baro û siyasetmedaran dest pê kir dê 5 rojan bidome.