Ufuk Uras: Dibe ku efû derkeve

22-11-2024
Nîşan Ufuk Uras Devlet Bahçelî Efû Zimanê Dayîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ufus Uras li ser “pêvajoya aştiyê” got, “Bi qasî ku ez dibînim amadehiyeke cidî heye. Dibe ku efûyeke qismî derkeve yan jî di makezagonê de hinek tişt ji bo zimanê dayîkê bên kirin.”

Ufus Urasê ku demekê serokê giştî yê Partiya Piştgirî û Azadiyê (ODP) bû ragihandibû ku ew û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li hev rûniştine.

Uras dabû zanîn ku ew beriya vê hevdîtinê bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk (hikûmetê qeyûm daniye şûna wî) re jî civiyaye.

Ertugrul Ozkok, di nivîsa xwe ya di T24ê de cih da pirsên xwe yên li ser hevdîtina Ufuk Uras û bersivên Bahçelî.

Ertugrul Ozkok diyar kir, Ufus Uras gotiye ku wî û Bahçelî behsa Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş nekiriye.

“Zimanê dayîkê yan jî efûya qismî”

Li hêla din, Nagehan Alçiyê jî di nivîsa xwe ya di HaberTurkê behsa axaftina xwe û Ufuk Uras a li ser mijarê kir.

Nagehanê diyar kir ku Ufus Uras efûyeke qismî yan hinek tiştên li ser zimanê dayîkê pêşbînî dike.

Li gorî nivîsê, Ufuk Uras ji Nagehenaê re gotiye:

“Bi qasî ku ez dibînim amadehiyeke cidî heye. Dibe ku efûyeke qismî derkeve yan jî di makezagonê de hinek tişt ji bo zimanê dayîkê bên kirin.

Mijarek e ku li serê tê fikirîn û amadehî tê kirin.

Devlet Beg dixwaze AK Partî gava ewil biavêje û diyar kir ku 50 parlamenterên wan hene, bi taybetî bal kişand ser hejmara 50î.

Bahçelî li benda piştgiriya parlamenterên AK Partiyê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst