Tanrikulu ji Hakan Fîdan pirsî: Em dê kengî pirsa Kurd çareser bikin?

Hewlêr (Rûdaw) – Parlementerê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu ji Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan pirsî, “Em dê kengî pirsan Kurd çareser bikin û bêyî ku em ji hev re bêjin ‘terorîst’ em dê kengî bikarin hev guhdar bikin.”

Li Parlementoya Tirkiyeyê, budceya Wezareta Karên Derve di Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoyê de hat gotûbêjkirin.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu di civînê de axivî û ji Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan pirsa Kurd pirs kir.

Tanrikulu diyar kir ku siyaseta derve berdewamiya siyaseta navxweyî ye û got:

“Rêbaza ku AKP dişopîne, ji bo demokrasî, serweriya qanûnê, rêzgirtina ji mafê mirovan re û ji pirsa Kurdan re nabe çareserî.”

Tanrikulu wiha berdewam kir:

“Yekitiya Ewropayê ji sala 1999an ve têkildarî pêşketinan raporan amade dike. Dema em li encamên wê temaşe bikin, em dibînin ku Tirkiye ji tewareya wê raporê derketiye û mijara Kurdan vegeriyaye mijareke herêmî û navneteweyî. 

Ev hilbijartineke siyasî bû. Pêvajoyê dest pê kir, dem bi dem qût bû. Pêvajoya Oslo, pêvajoya çareseriyê... Di van 7 salên dawiyê de pirsa Kurd êdî ne tenê ya Tirkiyeyê ye.

Ew hêza Tirkiye bi xwe bikare çareser bike nemaye û rewşa guheriye. Ev jî serkeftina AK Partiyê ye.

Em li pêvajoya sala 2022an ku AK Partî hatiye ser îqtidarê temaşe bikin. Li Tirkiyeyê yek endamê rêxistineke çekdarî nebû, ti pevçûn nebû û kes nedihatin kuştin.

Ji bo çek danîna rêxistinê, hêviyeke mezin hebû. Eger wê demê biryareke ciddî ya siyasî nîşan bidaya, me îro behsa şer, çek û terorê nedikir.

AK Partî di pêvajoyeke wisa de bû desthilatdar. Ocalan hatibû girtin û hemû çekdar li ser banga wî sînorên bejahî yên Tirkiyeyê terikandin û hêviya aştiyê hebû.

Wê demê ji me, ji Baroya Amedê hat xwestin, me jî li ser çek danînê yasayek wekî pêşniyar nivîsand. Me şand lê biryareke siyasî tune bû, ev derbasî pêvajoyeke din bû.

Em dê kengî pirsa Kurd kengê bêyî şer, bêyî çek û bêyî destkariya hêzên derve û hêyî ku em ji hev re bêjin ‘terorîst’ çareser bikin û em dê kengê bikarin hev guhdar bikin.”