STENBOL - Du koçberan xwe ji qata sêyem avêt, yek mir

22-11-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Koçberên Efxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê du koçberên ku ji aliyê qaçaxçiyan ve wekî rehîn hatibûn girtin, xwe ji qata sêyem a avahiyê avêt da ku rizgar bibin.

Lê belê koçberekî canê xwe ji dest da û yek jî rizgar bû. Li gorî şahidhalan, 3 gumanbar reviyane.

Bûyer şeva din li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê qewimiye.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, du kesên ku li gel qaçaxçiyan li hev kiribû ku wan derxin derveyî Tirkiyeyê di avahiyekê de hatine girtin.

Ji bo ku ji destê qaçaxçiyan rizgar bibin her duyan xwe ji qata sêyem a avahiyekê avêtiye xwarê, yekî ji wan canê xwe ji dest da.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, li Taxa Kemalpaşayê ya Kuçukçekmeceyê di qata sêyem a avahiyeke pêncqatî de hejmarek koçber ji bo biçin derveyî Tirkiyeyê bi grûpekê qaçaxçiyan re li hev kiriye.

Grûpê pereyên ku koçberan dane kêm dîtine û dest û pêyên koçberan girê dane û ew rehîn girtine.

Ji wan 2 koçberên Efxan ku tê gotin şkence li wan hatiye kirin jî xwe ji qata sêyem a avahiyê avêtiye xwarê.

Yek ji wan bi giranî birîndar bû û yê din jî ket ser unîteya klîmayekê ya bi dîwarê avahiyê ve û rizgar bû.

Piştî bûyerê 3 kesên ku guman ji wan tê kirin reviyane.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê koçberê ku bi giranî birîndar bûbû dest û pêyên wî girêdayîbûn bir nexweşxaneyê.

Polîsan, 3 zarokên ku li wê male bûn û koçberê birîndar birin navenda polîsan.

Lê koçberê Efxan ê ku bi giranî birîndar bûbû tevî hemû midaxeleyên bijîşkî jî canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst