Erdogan: Ti kes nikare ji me re bibe asteng

22-11-2022
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Êrişên Tirkiyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan derbarê operasyonên artêşa welatê xwe bo ser Rojava û Başûrê Kurdistanê ragihand  “Ji vê seetê û şûnde, ji bo me take pîver û  take sînor heye, ew jî ewlehiya gelê me ye. Ev ewlehî ji ku destpêbike, çûna bo wê derê mafê me yê herî rewa ye.”

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan îro 22ê Cotmeha 2022ê di dema vekirina bendava Yusufelî li bajarê Artvînê derbarê operasyona Artêşa Tirkiyê bo ser Rojava û Başûrê Kurditanê û Sûriyê de axivî.

Erdogan  balkişand ser helwêsta  welatên cîhanê li beramber  operasyonên Artêşa Tirkiyê û got: “Di serî de ew ên ku ji bo ewlehiya xwe ji kîlometrayan dûr tên û hêzeke zêde bikartînin, divê bi xweşhalî helwêsteke erênî li beramber vî mafê me nîşan bidin."

Erdogan got : "Li ew cihên ku êrîş li dijî wan tên kirin ti kesek nikare rê li ber wan bigire ku ew xeta xwe ya ewlehiyê pêşvetir bibin."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan wiha axivî “Ji vê seetê û şûnde, ji bo me take pîver û  take sînor heye, ew jî ewlehiya gelê me ye. Ev ewlehî ji ku destpêbike, çûna bo wê derê mafê me yê herî rewa ye. Di serî de ew ên ku ji bo ewlehiya xwe ji kîlometrayan dûr tên û hêzeke zêde bikartînin, divê bi xweşhalî helwêsteke erênî li beramber vî mafê me nîşan bidin. Ji xwe li beşeke sînorên me yên ligel Iraq û Sûriyê, me xeta xwe ewlehiyê, kişandiye cihê mebest. Li ew cihên li ser sînorên me, ku hîn jî êrîş li dijî welatiyên me tên kirin, ti kes nikare bibe asteng em vê xetê pêşvetir bibin û li dijî wê derbikeve. Ev çend roj in em bi balafir, top û balafirên bê mirov li ser serê terorîstan in. Înşallah di demek herî nêz de bi tank û top leşkerên xwe û ew kesên ligel me dimeşin, em dê koka hemûyan bikolin.”

Sê roj in ji 20ê Mijdara 2022ê ve artêşa Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê bi navê Oparasyona Pence- Şûr dest bi êrişên bi firoke û topan kiriye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye di wê operasyonê de 184 şervanên YPG û PKKê canê xwe ji dest dane. Lê Hêzên Sûriya Demokratîk van gotinên Wezaeta navborî red dike û dibêje “Di êrîşên dawî de 2 endamên ewlehiyê û 11 welatiyên sivîl şehîd ketine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst