Parlamentera HDPê: Tirkiyê ji bo artêşeke hevbeş 2 meh mohlet dan opozisyona Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera HDPê ya Edenê Tulay Hatimogullari ragihand kuTirkiye ji destpêka şerê Sûriyê ji sala 2011an ve siyaseta şer birêve dibe. Tulay Hatimogullari herwiha dibêje ku Tirkiyê ji bo artêşeke hevbeş 2 meh mohlet dan opozisyona Sûriyê.

Îro 22ê Mijdara 2022ê hevdîtinên budceya sala 2023ê ya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi beşdariya Wezîrê Berevaniyê Hulusi Akar li Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyê hatin kirin.

Parlamentera HDPê ya Edenê Tulay Hatimogullari, rexne li siyasete şer û operasyonên Tirkiyê yên derveyî sînor girtin û got: “Sedema mezin a aboriya xirab a Tirkiyê, xerciyên zêde yên leşkerî ne.”

Tulay Hatimogullari dibêje: “Ji sala 2011an ve dema şerê Sûriyê destpê kir, siyaseta ku tê birêvebirin, siyaseta şer e. Xebata bo aştiya Sûriyê û li wê derê tiştê ku hûn wek `şerê navxeyî` binav dikin, bi ti awayî ne wiha ye. Şerê bi wekalet ê li Sûriyê şerê hêzên emperyalîst ên parvekirinê bû. Em hemû vê yekê dizanin. Em dizanin wê demê gelek rêxistinên wek El Nusra û El Qaîde derketin holê. Em li ser van tiştan gelekî axivîn. Ez dixwazim bibêjim; Divê dest ji xeyalên Neo Osmanîtî bê berdan. Tiştekî ku mirov Osmaniyan ji nû ve vejîne, nabe. Li heremê ne gelên Ereb, ne Kurd, ne Ecem, ne Ermenî û ne jî Êzdî bi vî awayî nêzîk nabin. Bi taybetî ji ber vê siyasetê Tirkiye li kolanên Ereb ên Rojhilata Navîn û Efrîqayê rûbirûyê nerazîbûnan dibe.”

Hatimogullari, derbarê êrîşên bo ser Kobaniyê de jî rexne li Hulusi Akar girtin û derbarê Efrînê de pirsa Heyet Tehrîr el-Şam kir.

Parlamentera HDPê got: “Tiştê em her wext tînin rojevê û niha jî di rojevê de ye di operasyonên Sûriyê de Kobanî ye. Kobanî nîşaneya têkbirina DAIŞê ye û di serî de jinên Kurd sembola tekoşîna bihêz a li dijî DAIŞê bûn. Herin her welatekî cîhanê bipirsin; ka Kobanî çi ye? Kobaniya biçûk li ser hemû asta cîhanê bi şer û tekoşîna li dijî DAIŞê tê zanîn. Lê me wek Tirkiyê ev girîngî neda Kobanî û berovajî vê em wê derê wek dijmin dibînin û her wext planên êrîşê dikin.”

Hatimogullari diyar kir ku ew ew dixwaze behsa geşedanên nû yên li Efrînê jî bike û got: “Ji ber li ser sînorê me ye Efrîn bo me gelekî girîng e. Geşedanên nû yên li Efrînê çi ne? Rêya êrîşa HTŞê bo ser Efrînê çawa hat vekirin û çawa hat wê derê? Em wateya vê hatinê dizanin. Ji rêxistinên hevkarê Tirkiyê, SMO (Artêşa Niştimanî ya Sûriyê) û OSOyê (Artêşa Azad a Sûriyê) heta îro sûdeke baş nehat wergirtin û tê zanîn xerciyeke zêde li van rêxistinan hat kirin. 2ê Mijdarê li Dîlokê bi fermandarên SMOyê re civînek hat kirin û nûçeyên wiha hatin belavkirin. Ji wan re hat gotin: Di nav 2 mehan de artêşeke hevbeş, rêveberiyeke sivîl a hevbeş û rêveberiyeke emnî ya hevbeş ava bikin. Ji bo vê 2 mehan mohleta we heye. Eger hûn nekin, em dê bi alternatîfên we re kar bikin. Gelo alternatîf HTŞ ye? Hêza nû ya ku dê li Efrînê bê bicîhkirin HTŞ ye? Eger wiha be, hêza ku di operasyona bejahî ya Rojava de bê bikaranîn ev hêz e?”