Bahçelî ji bo girtina HDPê: Dadgeha Bilind li benda çi ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kir û got: “Ji bo girtina HDPê çi hêvî dikî.” Bahçelî herwiha destnîşan kir ku hevdîtina Erdogan-Sîsî helwest e rast û got: “Divê bi Esad re jî hevdîti bê kirin.”

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî îro Sêşemê 22yê Mijdara 2022yan di civîna koma partiya xwe de derbarê mijarên di rojevê de ne axivî.

Derbarê doza girtina HDPê de Devlet Bahçelî got: “Mafê me yê têkoşîna li dijî terorê ji bo hebûna me ya neteweyî meseleya jiyan û mirinê ye. Opeasyona Pençe-Şûr ku di şeva 19ê Mijdara 2022an de hat kirin, mafekî rewa û hiqûqî yê Tirkiyê û miletê Tirk e.

HDPê ya ku ji bo rawestandina operasyonê bang li cîhanê dike, bermayiya dijmin e ku ketiye parlamentoyê. Neheqî ye ku di jiyana me ya siyasî de rêxistineke bi rengê partiyê hebe. Ev tora cudaxwaz bila neyê girtin û bi alîkariya xezîneyê hevkariya terorîstan bike? Ma em nepirsin Dadgeha Destûra Bingehîn hêj (ji bo girtina HDPê) li benda çi ye?”

Di berdewamiya axaftina xwe de Bahçelî got: “HDP di nava siyaseta Tirkiyê de weke bombeya eyar kiriye ku biteqe. Divê di sala 2023an de siyaseta cudaxwaz bi dawî bibe. Heger dixwazin siyasetê bikin, bila kongreya xwe ya mezin li dar bixin, derbasî partiya cêwîyên xwe CHPê bibin. Ji bo me xeyal e ku em CHPê ji HDPê û HDPê jî ji CHPê veqetînin. Her kesê ku bi HDP’ê re bazirganiyê dike û bi heman armancan re hevdîtin dike rasterast muxatabê vê gotinê ye. Yên ku dibêjin êrîşa bi xwîn a li Îstîklalê ji bo hilbijartinên 2023an xwedî cewhereke siyasî ye, nikarin bibin zarokên vî gelî, nikarin bibin xwediyê vî welatî. Dema mirov li hin rêveberên CHPê binere, dê were dîtin ku hewl didin terorîstên bombe teqandine pak derbixîne.”

“Divê hevdîtin bi Esed re were kirin”

Bahçelî herwiha eşkere kir ku bi nêrîna wî hevdîtina  Erdogan Serokomarê Misrê Ebdulfetah re helwesteke rast e û got: “Divê bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re jî hevdîtin bê kirin”.

Serokê Giştî yê MHPê got: “Peywendiya Serokomarê me ya bi Sîsî re rast e. Li gorî me divê berdewam bike. Herwiha divê bi Esed re hevdîtin bêne kirin. Eger em rasterast dest bi hevdîtinên dualî nekin, dê ewan me ji hev dûrtir bikin.”

Dadgeha Destûra Bingehîn di Hezîrana îsal de îdîanameya Serdozgeriya Komarê ya ji bo girtina HDPê qebûl kiribû. Bi qebûlkirina yekdengî ya îdîanameyê, pêvajoya girtina HDPê ku di 15ê Cotmeha 2012an de hatibû damezrandin, bi awayekî fermî dest pê kir.

HDP sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksyonê derketine. Li Parlamentoya Tirkiyê niha 57 kursiyên HDPê hene.