Jina pisîk serjê dikir û dixwar hat desteserkirin

22-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê Fatma Ç. ya ku ji bo wê tê îdiakirin, pisîkan serjê dike û dibe malê dixwe, li ser saloxidana ajelhezan hat desteserkirin. Fatma Ç. jî lixwe mikur hate ku ew goştê pisîkan dixwe.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, li taxa Aydinlar ser bi navçeya Tuzlayê ya li Stenbolê, hejmarek genc dibînin ku di destê Fatma Ç. ya 41 salî de poşetek heye û tê de jî pisîkek serjêkirî heye. Ew kes piştî ku polîsan agahdar dikin polîs jî diçin cihê bûyerê Fatma Ç. dibin Navenda Polîsan a Orhanliyê.

Fatma Ç. di îfadeya xwe de lixwe mikur tê ku ew pisîkan serjê dike û dibe malê dixwe.

Piştî kar û barên yasayî yên li navenda polîsan Fatma Ç bo dadgehê hat şandin û li wê derê hat zanîn ku pêştir jî 6 tawan wek niha derbarê wê de hatine tomarkirin û bi teşhîsa “Paranoid Şizofren” li nexweşxaneyê 6 mehan hate dermankirin.

Li ser daxwaza dozger Fatma Ç dîsa ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hat şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst