Komîsyona Têkel biryara betalkirina parlementeriya Leyla Zana da

22-11-2017
RÛDAW
Nîşan Leyla Zana Komîsyona Têkel Parlemenî Hilweşandin
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Komîsyona Têkel a ji endamên Komîsyona Destûra Bingehîn û Dadê ya Parlamentoya Tirkiyê pêk tê, bi hêceta ku Parlamentera HDPê ya Agirî Leyla Zana beşdarî xebatên parlementoyê nebûye biryara hilweşandina parlameniya Leyla Zana da.


Weke tê zanîn parlamentera Kurd Leyla Zana di parlamentoya Tirkiyê de ji ber ku sond ne li gorî rêbeazên parlamentoyê xwaribû nikare beşdarî xebatên parlamentoya Tirkiyê bibe.


Komîsyona Têkel a Parlamentoya Tirkiyê pêk li ser dosyeya Leyla Zana bi hêceta ku "sond nexwariye û tevlî 212 rûniştinên Lijneya Giştî ya Meclisê nebûye û parlementeriya wê bê betalkirin" civiya.


Komîsyona duh biryara betalkirina parlamenteriya Leyla Zana da.


Piştî vê biryara di parlamentoya Tirkiyê deî dengdan dê li ser biryara navborî bê kirin û 276 deng têra hilweşandina paralmenteriya Leyla Zana dike.


Pêvajoya betalkirina parlementeriya Zanayê 20ê Tîrmeha 2017an di civîna Dîwana Serokatiyê ya Parlementoyê de dest pê kiribû.


Komîsyona Amadekariyê ku ji 5 endamên AK Partî, CHP û HDPê pêk dihat deng li ser hilweşandina parlamenteriya Leyla Zana dabû û bi 4 dengên endamên AK Partî û CHPê ew biryar hatibû qebûlkirin.


Hêjayê gotinê ye Komîsyona Têkel berê jî parlementeriya Parlamenta Wanê Tugba Hezer Oztur û Parlementerê Şirnexê Fyasal Sariyildiz bi hêceta ku  "demeke dirêj e tevlî rûniştinên Lijneya Giştî ya Parlementoyê nabin" betal kiribû. Ew herdû parlementer jî bi ser HDPê ve bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst