Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê li malekê şewat derket û 3 zarokên Sûriyeyî mirin.
Li gorî agahiyên ewil, li Taxa 19ê Mayisê li malekê ji ber sobeya karebayî şewat derket.
Li ser agahdarkirinê, tîmên Tenduristiya Bilez a 112yê, ekîbên agirvemirandinê yên Şaredariya Bajarê Mezin û polîs çûn cihê bûyerê.
Agir hat vemirandin û dema ekîb ketin hundir wan dît ku sê zarokên 6, 4 û 1 salî yên xwîşk û birayê hev şewitîne.
Hat ragihandin ku dayika zarokan çûye mala cîranan, bavê wan jî çûye kar.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, ew malbat ji Sûriyeyê ye.
Lêkolîna ekîban a li malê dewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse