Bav û birayê xwe kuştin û agir berda xanî

22-10-2024
RÛDAW
Nîşan Denîzlî Kuştin Tavas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Tavasê ya bajarê Denîzliyê yê Tirkiyeyê kesekî bav û birayê xwe kuştin û agir berda xanî û reviya.

Li taxa Aydogduyê ya navçeya Tavasê, kesên ku dît dûman ji xaniyekî yekqatî derdikeve tîmên tenduristiyê, îtfaiye û polîs agahdar kirin.

Piştî ku agir ji aliyê îtfaiyeyê ve hat vemirandin, ekîbên ku ketin hundirê xanî dît ku Silêman P. (60) û kurê wî Muhammet P. (35) mirine.

Tîmên tenduristiyê piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenaze ji bo otopsiyê birin morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Denîzliyê.

Derbarê bûyerê kurê din ê malbatê yê bi navê K.P yê 28 salî li navenda navçeyê hat desteserkirin.

K.P. di îfadeya xwe de gotiye ku wî ji bav û birayê xwe pere xwestine lê wan pere nedanê û wî jî agir berdaye malê.

K.P. her wiha gotiye, nayê bîra wî ku wî di bûyerê de kêr an jî çek bi kar aniye yan na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst