EDENE - Kesekî dayîk û pîrika xwe kuştin û bavê xwe birîndar kir

22-10-2024
RÛDAW
Nîşan Edene Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê ciwanekî ku rewşa wî ya derûnî têk çûye dayîk û pîrika xwe kuştin û bavê xwe bi giranî birîndar kir.

Li navçeya Sariçamê ya Edeneyê ciwanê bi navê S.A. yê 26 salî ku nexweşê şîzofreniyê ye, dema di xew de bûn bi demançeyê gule li dayîk, pîrik û bavê xwe reşandin.

Di encama êrişê de dayîka S.A, Mintaha Aydina 61 salî û pîrika wî Ulfet Koseya 80 salî li cihê bûyerê mirin û bavê wî Îlyas Aydinê 63 salî jî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Îlyas Aydin veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Edeneyê.

Hat zanîn rewşa Îlyas Aydin giran e û metirsiya wî ya canî heye.

Gumanbar S.A. jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Her wiha tîmên tenduristiyê termên Mintaha Aydin û Ulfet Koseyê birin morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Edeneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst