Gelo hevpeymaniya HSD û Amerîkayê ji bo çi û heta kengî ye?

22-10-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Pêwendiyên HSDyê yên bi Amerîkayê re yek ji mijarên gotûbêjê ye
Pêwendiyên HSDyê yên bi Amerîkayê re yek ji mijarên gotûbêjê ye
Nîşan HSD Amerîka Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya HSD û Amerîkayê ketiye rojeva lêkoleran, hinek lêkoler dibêjin Amerîka “tenê ji bo şerê DAIŞê” HSDyê wekî hevpeyman dibîne.

Lêkolerekî Peymangeha Washington a Siyasetên Rojhilata Nêzîk da zanîn ku “HSD di şerê li dijî DAIŞê de hevbeşa Amerîkayê ye.”

Heman lêkolerî got, "Pirgirêkek heye ku Tirkiye HSD û PKKyê wekî dijminê jiyanê dibîne" û ev yek ji bo Amerîkayê pirsgirêk e.

Lêkolereke din a ji heman peymangehê destnîşan kir, “Rûsya sûdê ji nepiştrastiya di siyaseta Amerîkayê ya li Sûriyeyê de dibîne.”

Pêwendiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên bi Amerîkayê re yek ji mijarên gotûbêjê ye.

Ev mijar li navend û peymangehên lêkolînan, herwiha li Tirkiye, Rûsya û Sûriyeyê jî tê nîqaşkirin.

“Pêwendiya hinek pirgirêkan bi sirûşta HSDyê re hebû”

Andrew Tablerê ku li Peymangeha Washingtonê ya Siyasetên Rojhilata Nêzîk lêkoler e anî zimên siyaseta wan a derbarê girtiyên li bakurrojhilatê Sûriyeyê siyaseteke dualî ye û pê de çê:

“Ji ber ku ew siyaset siyaseteke dijeterorê ye hevbeşên Amerîkayê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk serkeftî bû ku şikestinê bigihînin DAIŞê.”

Herwiha gelek pirsgirêk jî hebûn ku piraniya wan pêwendiya wan bi siruşta Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hebû.”

Andrew Tabler ew pirsgirêk HSDyê wekî “beşekbûna wê ji PKKyê yan dirustkiriya PKKyê û nebûna karîna wê yekê ku xwe wekî dezgeheke Sûriyeyê bide nasîn” pênase kirin.

Tabler li ser encamên van pirsgirêkan got, “Ev yek jî me dema borî di raperîna eşirên Ereb ên Sûriyeyê de dît.”

“Rûsya sûdê jê dibîne”

Lêkolera Peymangeha Washingtonê ya Siyasetên Rojhilata Nêzîk Anna Borshchevskaya, li ser rewşa wîha axivî:

“Rûsya li Sûriyeyê xwe wekî rêkxera gotûbêjên navbera rejîma Esed û Hêzên Sûriyeya Demokratîk çespandiye û beşek e ji wê siyaseta ku Rûsya li tevaya navçeyê cibicî dike.

Bi nerîna min Rûsya li wê yekê digere ku çawa sûdê ji nepiştrastiyekê di siyaseta Amerîkayê de bibîne. Ev yek gelekî hêsan e li welatekî takrewane ku yek kes biryarê bide û ew jî niha li Rûsyayê çêdibe. Sîstemeke me ya giran heye û pêwîstiya biryardanê bi demeke gelek heye.”

Amerîka tekez dike ku hevbeşiya wê bi HSDyê re di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de ye.

Tirkiye, Rûsya û hikûmeta Sûriyeyê jî dixwazin ku ew hevbeşî di dena herî zû de de bi dawî bibe.

Lê HSDê û Amerîka hêj di wê baweriyê de ne ku pêwîst e ew hevbeşî berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst