RAPIRSÎ - Xelk bêzar, bêçare û hêrs e

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Navenda Lêkolînên Civakî ya Yoneylemê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi milyonan kes li hemberî mijarên siyasî bêzar, bêçare û bihêrs in.

Yoneylemê encamên rapirsiya ku pirsa “Di demên dawî de dema hûn li ser mijarên siyasî difikirin hûn hest bi çi dikin?” hatibû pirsîn eşkere kirin.

Li gor rapirsiyê, ji sedî 27,7ê beşdaran bersiva “bêçare”, ji sedî 25,5an bersiva “bêzar”, ji sedî 22yan bersiva “hers”, ji sedî 16an bersiva “bihêvî” û ji sedî 5,4an bersiva “bikelacan” daye.

Herî zêde hilbijêrên CHP, ÎYÎ Partî û Partiya Çepên Keskê reşbîn in û herî zêde dengdêrên MHP û AK Partiyê geşbîn in.

Ji sedî 95ê dengdêrên CHPyê “bêzar, bihers û bêçare” ne.

Ji sedî 94,5ê dengdêrên ÎYÎ Partiyê “bêzar, bihers û bêçare” ne.

Herwiha ji sedî 90ê dengdêrên Partiya Çepên Keskê “bêzar, bihers û bêçare” ne.

Li aliyê din, ji sedî 55ê dengdêrên AK Partiyê jî “bêzar, bihers û bêçare” ne.

Ji sedî 39ê hilbijêran AK Partiyê jî bersiva “bihêvî û bikelacan” daye.

Ji sedî 45,7ê dengdêrên MHPyê ji mijarên siyasî “bêzar, bihers û bêçare” ne û ji sedî 49,8ê wan jî “bihêvî û bikelacan” in.