FATF: Tirkiyê di warê spîkirina pereyê reş de sozên xwe bi cî neanî

22-10-2021
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Nîşan FATF Tirkiye
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Saziya Hêza Erka Çalakiya Darayî ango (FATF) bi tometa spîkirina pereyê reş û fînansekirina terorîzmê biryar da ku Tirkiye êdî bêhtir û tundtir bê şopandin. Wate Tirkiye xiste nava Lîsteya Gewr.

Li gor agahiyan, FATF ku di sala 1989an de li Parîsa peytexta Fransayê hatibû avakirin, di derheqê Tirkiye de biryara xwe eşkere kir. FATF ji hêla welatên G7 ve di bin bana OECDê de hatibû avakirin. Îro 22ê cotmeha 2021an di civîna xwe ya giştî de hin biryar wergirtin û rewşa Tirkiyê hate nirxandin. Di encamê de jî Tirkiye di nava Lîsteya Gewr de hate bicîkirin.

Di sala 2019an de li ser heman mijarê gotûbêj hatibûn kirin. Di encamê de hatibû ragihandin ku di vê mijarê de hin kêmasiyên Tirkiyê hene û dê ew kêmasî bi mixataban re bêne parvekirin û şopandina li ser vê jî bê destpêkirin.

Serokê FATFê Marcus Pleyer di preskonferansa encama civînê de da zanîn ku dê li Tirkiyê hin kesên ku li qada fînans, emlakfiroşî û madenê kar dikin ji vir pê ve bêhtir bi baldarî û ji nêz ve bêne şopandin. Li gor Player Tirkiye di warê spîkirina pere û fînansekirina terorîzmê de bi qasî ku pêwîste hesas tevnegeriye û ji ber vê wan Tirikye xisitne vê lîsteyê.

Player di axavtina xwe de amaje bi wê jî dike ku di nava belgeyên Pandora de jî hin agahî û belgeyên ku vê mijarê piştrast dikin cîh girtine û divê têkoşîneke tund li hemberî vê rastiyê bê dan.

Player wiha dirêjiyê dide axaftina xwe; “Her çiqasî Tirikye di warê propagandaya reşkirin û fînansekirina terorîzmê de hinekî peşve çûbe jî hîna hin problemên cidî li di nava xwe de dihewîne. Tirkiye li ser vê mijarê hin sozên cidî dabûn lê ji bo cîbicîkirina wan sozan tu gavêk neavêt. Diviyabû ew soz bi gavên berbiçav di pratîkê de bihatana cîbicîkirin.”

22 welat di Lîsteya Gewr de ne

Piştî vê biryara FATFê Grûba Vekolînan a Hevkariya Navdeletî ku di bin bana heman saziyê de ye Urdun û Malî jî tevî Tirikye xiste heman lîsteyê û şopandina van welatan jî ji hêla wê grûbê ve bê kirin. Di lîsteya gewr de ku ji 22 welatan pêk welatên weke Albanaya, Fas (Mexrîb), Sûriye, Sûdana Başûr û Yemen cîh digirin.

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan di meha tîrmehâ çûyî de giştînameyek ragihandibû û di wir de dabû zanîn ku ewê şîretên FATFê li ber çavan bigirin û gotibû, “Tirkiye belgeya stratejiya zêdekirina bandora têkoşîna li hemberî dahatên tawanan û fînansekirina terorîzmê amade dike”.

Li hêla din di sala 2019an de li du eyaletên Almanya operasyoneke berfireh li ser heman mijarê encam dabû û şebekeyeke mezin hatibû jinavbirin. Di nava belgeyen ku ketine destê polîsan de hin agahî cîh digirin da ku ew şebekeya ku pereyan spî dike, hin bere şandine Tirkiye û beşek ji wan jî ser bi Tirkiye re gihîştine Sûriye û ketine destê El Nûsra. Operasyona ku li Almanya birêve çûbû hîna li asta dadgehan berdewam dike.

FATF ji rewşa mafên mirovî haydar e

Serokê FATFê Player di preskonferansê de axaftineke berfireh kir û behsa hin mijarên din yên weke mafên mirovî nebûna azadiyan jî kir.  Li ser vê mijarê Player wiha dibê, “FAFT ji saziyên mafên mirovî yên li nava Tirkiye û organîzasyonên ku ne ser bi desthilatê ve ne jî hayîdar ê û berketiyê hin geşedanan e. Divê Tirkiye beriya her tiştî wê yekê nîşan bide ku givaş xistiye ser fînansekirina terorîzme û ji bo vê jî divê pêşî DAIŞ û El Qaîde ku herdû jî di lîsteya terorîzmê ya UN de cîh digirin di rêz ayekê de bi cî bike. Piştî rapora 2019an em hayîdar in ku Tirkiye hin amadekariyan dike. Lê di warê fînansekirina terorîzmê û xebatên li vê qadê de gelek kêşeyên cidî hene. Kontrolkirina bazirganiya zêr, kevirên ib qîmet, emlakfiroşî û bankevanî jî di nava van de ne.”

Dê bandor li nirxê Lîre bike

Li gor hin pisporên navdewletî biryara ku ji hêla FAFTê ve hatiye girtin dê bandorê li rewşa lîre jî bike. Ji ber ku ji xwe lîre li beramberî dolar ketiye rewşeke lawaz bandora biryarê jî wê zêdetir be. Li hêla din veberhênanên biyanî jî ew bêhtir dudilbin da biçin nava Tirkiye.

Tirkiye bêdeng e

Di vê navê de li navaTirkiye li ser vê mijarê hîna tu daxuyanî nehatine dayîn. Ne ji hêla wezaretê ve ne jî ji hêla desthilatê bixwe ve biryara FAFTê nehatiye nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst