Hewlêr (Rûdaw) - Seroka ÎYÎ Partiyê berbijêrê partiya xwe ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê nasand.
Biryar ji bo mixalefetê dijwar e lê ji bo Akşenerê weke qurteke avê hêsan bû.
Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê got:
“Em bi tenê bi wateyeke din, bi tek û tenê beşdarî hilbijartinên şaredariyan dibin û em dê bi ser bikevin jî.”
Serokê fraksiyona CHPyê Ozgur Ozel jî xwe ji bo serokayetiya giştî ya partiya xwe amade kiriye.
Ozel dixwaze Kiliçdaroglu ji ser kursiya wî biavêje û dibêje eger ew bixwe bibe serokê CHPyê dê partiyên mixalefetê bike yek.
“Paşveçûnek di Hevpeymaniya Milet de heye”
Serokê fraksiyona CHPyê Ozgur Ozel anî ziman:
“Niha paşveçûnek di hemû Hevpeymaniya Milet de heye.
Piştî ku min desthilata partiya xwe wergirt, em rûpeleke nû vedikin.
Em destpêkê rexneyan li xwe digirin û piştre jî hemû pirsgirêkan bi partiyên din re gotûbêj dikin.
Em ji bo çêkirina yekrêziyeke wiha amade ne ku piştevaniya xelkê wergire.
Bila wijdana partiyan jî rehet be û kes mafê yê din naxwe.”
Ji bilî piştevaniya HDPyê, ÎYÎ Partiyê jî sala 2019an xwedî roleke sereke bû ku berbijêrên CHPyê şaredariyên bajarên mezin ên weke Enqere, Stenbol, Antalya û Mersînê ji desthilatê wergirin.
CHP dibêje tenê bi yekbûna mixalefetê dikarin heman encaman di hilbijartinên adarê de bi dest bixin.
“Me serkeftineke mezin bi dest xist”
Berdevkê CHPyê Faîk Oztrak got:
“Di hilbijartina dawî ya şaredariyan de me serkeftineke mezin bi dest xist.
Ji wê demê ve ew şaredariyên ji aliyê serokên me yên şaredariyê ve tên birêvebirin, mînakên herî baş ên xizmetê pêşkêşî xelkê kirine.
Siyaset wate astengî. Ji bo vê hilbijartinê armanca me bidestxistina temamiya şaredariyan e.”
Piştî ku di hilbijartinên Serokkomarî û Parlamentoya Tirkiyeyê yên Gulana îsal de têk çûn, partiyên Hevpeymaniya Milet ku bereyeke mixalefetê bûn û ji 6 partiyan pêk hatibûn ber bi belavbûnê ve diçin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse