Di operasyona DAIŞê de 17 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li 9 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 17 kes bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin destserkirin.
Kesekî ku di warê darayî de wek “kaseya pereyan a DAIŞê” tê binavkirin jî di nav wan gumanbaran de ye.
Li gorî zanyariyan li her sê parêzgehên Semsûr, Dîlok û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê û bajarên Tekîrdag, Stenbol, Edene, Bursa, Îzmîr û Antalyayê yên Tirkiyeyê operasyonek hemwext ji bo destserkirina hinek endamên DAIŞê hat destpêkirin.
Di operasyonê de bi giştî li wan her 9 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 17 kes bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin.
Li gorî îdiayan yek ji wan gumanbaran kesek e ku di warê darayî de weke “wekî kaseya” DAIŞê tê binavkirin.
Hat ragihandin her 17 gumanbarên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê birin û karûbarên yasayî yên derbarê wan de berdewam in.