Di operasyona DAIŞê de 17 kes hatin desteserkirin

22-09-2023
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li 9 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê  17 kes bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin destserkirin.

Kesekî  ku di warê darayî de wek “kaseya pereyan a DAIŞê” tê binavkirin jî di nav wan gumanbaran de ye.

Li gorî zanyariyan li her sê parêzgehên Semsûr, Dîlok û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê û bajarên  Tekîrdag, Stenbol, Edene, Bursa, Îzmîr û Antalyayê yên Tirkiyeyê operasyonek hemwext ji bo destserkirina hinek endamên  DAIŞê hat destpêkirin.

Di operasyonê de bi giştî li wan her 9 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 17 kes bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin.

Li gorî îdiayan yek ji wan gumanbaran kesek e ku di warê darayî de weke “wekî kaseya” DAIŞê tê binavkirin. 

Hat ragihandin her 17 gumanbarên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê birin û karûbarên yasayî yên derbarê wan de  berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst