Mugla: Agir bi daristanên nêzîkî cihên niştecihbûnê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li  navçeya Ula ya ser bi bajarê Mugla yê Tirkiyê agir bi daristanên li nêzîkî cihên niştecihbûnê ket û tîm hewla kontrolkirina wî agirî didin.

Li gor zanyariyan îro demjimêr 19.00an de li taxa Kizilkaya ya girêdayî navçeya Ula ya Muglayê ji ber sedemek nediyar agir bi daristanên li nêzîkî cihên niştecihbûna welatiyan ket.

Agir di demek kurt de ji ber leza bayê li daristanê belav bû.

Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya  tîmên agirvemirandinê çûne cihê bûyerê û hewla kontrolkirina agir didin.

Li bajarê Mugla yê Tirkiyê û navçeyên wê  di demsalên havînan de bûyerên agirpêketinê zêde dibin. Li navçeya wê  Marmarîsê jî  di Hezîrana îsal de agirek mezin bi daristanan ketibû di encam de 4 hezar 800 hektar zevî daristan şewitîbûn. Di sala derbasbûyî de jî de bi giştî  li Muglayê  50 hezar û 500 hektar daristan sotibûn.