Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ula ya ser bi bajarê Mugla yê Tirkiyê agir bi daristanên li nêzîkî cihên niştecihbûnê ket û tîm hewla kontrolkirina wî agirî didin.
Li gor zanyariyan îro demjimêr 19.00an de li taxa Kizilkaya ya girêdayî navçeya Ula ya Muglayê ji ber sedemek nediyar agir bi daristanên li nêzîkî cihên niştecihbûna welatiyan ket.
Agir di demek kurt de ji ber leza bayê li daristanê belav bû.
Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya tîmên agirvemirandinê çûne cihê bûyerê û hewla kontrolkirina agir didin.
Li bajarê Mugla yê Tirkiyê û navçeyên wê di demsalên havînan de bûyerên agirpêketinê zêde dibin. Li navçeya wê Marmarîsê jî di Hezîrana îsal de agirek mezin bi daristanan ketibû di encam de 4 hezar 800 hektar zevî daristan şewitîbûn. Di sala derbasbûyî de jî de bi giştî li Muglayê 50 hezar û 500 hektar daristan sotibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse