Komeleya Mafên Mirov: Divê mal û canê penaberên Sûriyeyî parastî bin

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirov a Tirkiyê derbarê bûyerên bajarokê Seyhanli yê Edeneyê de raporek belav kir ku penaberên Sûriyeyî ketibûn ber êrîşê û daxwaz dike mal û canê penaberên Sûriyeyî parastî bin.

Şaxa Edenê ya Komeleya Mafên Mirov, di rapora xwe de ku li ser rewşa penaberên Sûriyeyî li Edene û bi taybetî jî êrîşa nîjadperestî ya Tirkan ku li bajarokê Seyhanê biribûn ser penaberên Sûriyeyî, amaje bi wê yekê daye ku êrîş di bin kontrola polîsan de hatiye kirin û pêwîst e mal û canê penaberên Sûriyeyî parastî bin.

Demjimêr 19:00ê roja 19ê Îlona 2019ê li bajarokê Seyhanê ji aliyê ciwanekî temen 20 salî ve destdirêjî bo ser kurekî 11 salî yê xelkê bajarok hat kirin.

Piştî bûyerê îdîayek belav bû ku qaşo ew kar ji aliyê Sûriyeyiyan ve hatiye kirin û ji ber vê yekê grûpeke nîjadperest a Tirk êrîş birin ser dikan û cihên kar ên penaberên Sûriyeyî yên akinciyê Taxa Dumlupinar, derî û pencereyên dikanên wan hatin şikandin û kel û pelên wan hatin şewitandin. Herwiha 40 kes hatin desteserkirin ku 5 ji wan jin bûn.

Piştî lêkolînan Walîtiya Edenê ragihand ku kesê tawan kiriye ne penaberê Sûriyeyî ye, lê welatiyekî Tirkiyê ye.