Li Edirne 313 koçber hatin girtin

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Edirne yê Tirkiyê 313 koçber hatin girtin ku dixwestin bi rêyên qeçax derbasî welatên Ewropayê bibin.

 

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, li navçeyên Yenikadin, Orhaniye, Bosnakoy, Enez, Merîç, Îpsala û Unkopru yên Edirneyê 313 koçber ji aliyê Cendirmeyên Tirkiyê ve hatin girtin.


Koçberên hatine girtin xelkê Lîbya, Cezayîr, Tunis, Pakîstan, Îran, Afganistan, Bangladeş, Srîlanka, Fas, Îran, Erître û Sûriyê ne û dixwestin bi rêyê qeçax derbasî welatên Ewropayê bibin.


Hat ragihandin ku piştî bidawîbûna lêpirsîn û karûbarên yasayî, koçber bo Rêveberiya Koçê ya Edîrneyê hatine şandin. Lê nayê zanîn ka dê bên dersînorkirin an na.