Bekir Bozdag: Referandumê betal bikin

23-09-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Referandum Serxwebûn Tirkiye Bekir Bozdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Encumena Wezîran a wî welatî ya bi serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi dawî hat û hikûmeta Tirkiyê helwesta xwe ya dawî li ser referanduma Başûrê Kurdistanê aşkere kir.

 

Civîn bi serokatiya Erdogan û di demjimêr 21:30an de li koşka serokatiyê dest pê kir û heta 23:30 xûlekan bi dawî hat.

 

Mijara sereke ya civîna Encumena Wezîran a Tirkiyê, referanduma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê bû.

 

Berdevkê kabîneya hikûmeta Tirkiyê, Bekir Bozdag piştî civînê di daxuyaniyeke rojnamevanî de encam û biryarên civînê aşkere kir.

 

Bekir Bozdag ragihand, di civîna hikûmetê de ev referandum hat nirxandin, eger referandum were encamdan, Tirkiye dê çi bike, ji hemû rehendan ve hate nirxandin.

 

Bozdag got, Tirkiye helwesta wê aşkere ye. Ev referandum tehdîde bo ser asayişa netewî ya Tirkiyê. Tehdîd e li ser yekîtiya siyasiya Iraqê û yekîtiya xaka Iraqê jî.

 

Bozdag tekez kir, ev referandum li dijî Tirkiyê û hemû welatên cîran e û da xuyakirin, ji bilî Îsraîlê ti welatek cîran û civaka navdewletî jî li gel encamdana referandumê nîne.

 

Berdevkê hikûmeta Tirkiyê destnîşan kir, Tirkiye li dijî paşxistina referandumê ye û ew razî nînin ku referandum di demek din de were kirin. Bi gotina Bekir Bozdag, Tirkiye li gel paşxistinê nîne, li gel betalkirinê ye.

 

Derbarê rêkarên (tedbîrên) Tikriyê yên li hember referanduma Herêma Kurdistanê de jî, Bozdag got: Hemû bijarde li ser maseyê hatin danîn. Di dema betalkirin û betalnekirina referandumê de hemû bijarde hatin nirxandin. Tirkiye dê di dema xwe de biryara xwe bide.

 

 

Bozdag daxwaza betalkirina referandumê li Herêma Kurdistanê kir û got: “Em bang li Rêveberiya Kurdî dikin, dest ji referandumê berdin û betal bikin.”

 

Bozdag da zanîn: “Bi aqilê dirist û ji bo xêra herêmê û gelê herêmê referandumê betal bikin. Em hêvî dikin, ku referandumê betal bikin û dê pêşiya derketina pirsgirêkan bibin rêgir.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst