Di mala kalemêrekî de bi tonan sergo derket

22-09-2017
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Stenbol
Stenbol
Nîşan Stenbol Cîhangîr Sergo
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Li taxeke navdar a bajarê Stenbolê ya Tirkiyê, ku bêhtir xelkê sekuler û entelektuel lê dijî, avahiyeke 4 qatî ya ku veguheziye sergoyekî hate tespîtkirin. Zabitayên Stenbolê bi hevkariya polîsan midaxaleyê wê avahiyê kirin ji ber ku bêhneke xirab li taxê belav dibû. Di hundirê avahiyê de ku xwediyê avahiyê tevî kurekî xwe yê şîzofren dijiya û nêzikî 20 ton sergo, kelûpel û qirêjî hate derxistin.

 

Taxa Cîhangîrê keleha sekuler, kemalîst û entelektûelên Tirkiye û Stenbolê. Li taxê her tişt normal e û jiyana asayî berdewam e. Lê ew avahî bêhneke giran û tund li kuçeyên taxê belav dike.

 

Piştî giliyên niştecihên taxê, zabiteyên Stenbolê bi hevkariya polîsan ketin hundirê avahiyê û ecêbmayî man. Kalemêrek tevî kurê xwe yê nexweşê derûnî di nava bi tonan sergo û qirijêyê de dijî.

 

Hemû jûrên hundir tije ne û meriv nikare gavekê jî biavêje. Kalo bi ber wê yekê dikeve da ku xebata wî ya 20 salan tê avêtin. Û hewleke ecêb dide.

 

Xwediyê avahiyê Şahap Sîpahî dibêje: “Ma çi heye, tev tiştên xwerin û ên lazim in. Binêr min ev hîn nekiriye lingên xwe. Tiştên min ên pêwîst dibin. Xelk ji bo nanê çi berdêlan didin. Erê ew avahî ya min e. Minê bana avahiyê tamîr bikira lê niha hemû tiştên min dibin. Xanima min û nêwiyên min li Beykozê dijîn, li wir ji xwe re xanî girtin. Raste lê dibê pey jiyîn ewqasî asan e? Ez dikarim bi vî halî bijîm helbet. Xwedê min diparêze. Bi min re xeber nedin.”

 

Di hundirê vê avahiyê de ew du rojin ku zabita sergo derdixin. Roja ewil 12 ton sergo hatiye birin bi sê barhilgiran. Lê hîna jî jûr û pêpelok miştin ji zaboq kelûpelên avêtinê.

 

Her tişt fokûskiriye da ku mêjî û jiyana mirov di hundirê avahiyê de hêsîr bike. Lê tenê tiştek mîsyona xwe bi cî tîne. Ew jî herikîna demê ye. Lê demjmêr jî rawestiyayê. Kî dizanê ji kêngeve.

 

Xebatkar Hayrettîn Gezer diyar dike: “Welleh cêzayê me valakirina vê derê ye. Em fermanberin û karê xwe dikin. Apo derî li me venekir lê polîs pêşî ketin hundir. Kurê wî li qadê dawîn e lê em hîn nikarin bikevin hundir. Em nizanin bê ka em bi çi re rûbirû bên. Xuya ye wê 3 seferên sergo ji vir derkeve.”

 

Xelkê taxê û zabita matmayî ne ji tabloya ku derketiye. Kesek nizane bê ka ew kalemêr çima ketiye dû berhevkirina vî sergoyî û jiyan li xwe veguhestiye bîreke bênhnqirêj. Kurm, kêzik, mişk, belkî mar di hundirê avahiyê de cirîtê dikin.

 

Karmendê serzabitayê Vedat Başyûrt jî dibêje: “Bawerim ew nexweşiyek e. Piştî temenekî dirêj derûniya meriv têk diçe û hundirê malê bi sergo tije dike. Kesên ku bi tenê dimînin an jî xismên wan terka wan dikin berê xwe didin karên wiha. Apo gelekî aram e lê nexwest em bikevin hundir. Gelekî bi ber xwe dikeve weke ku ewladê wî jê tê stendin.”

 

Heta niha li Stenbolê gelek bûyerên wiha rû dane. Kesên ku hebûna wan ya bi jiyanê re ji ber hin sedemên malbatî qut dibe, destpê dikin da ku xwe di nava civakê de bidin wendakirin.

 

Pêşiyê jî hundirê jiyangehên xwe tînîn vî halî û ewil xwe di nava malê de didin wendakirin. Wê demê jî jiyan ji bo wan tenê wateyekê li xwe digire, ew jî sergo ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst