‘Xelatê Aştiyê yê Orhan Dogan’ Eren Keskinê wergirt


 

Stenbol (Rûdaw)- Xelata Aştiyê ya Orhan Dogan ya ku Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê dide, Eren Keskîn a mafparêz wergirt.

 

Xelata Aştiyê ya Orhan Dogan ya ku ji sala borî ve ji aliyê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê ve
tê dayin duh şev li Navenda Kongraya Lutfî Kirdar ya Stenbolê hat dayin.

 

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag û  Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu beşdarî merasima xelatdayînê bû.

 

“Xelata Aştiyê ya Orhan Dogan” ya îsal Eren Keskin a parêzer ji bo xebatên xwe yên mafparêziyê wergirt. Keskin xelatê wergirtî diyariyî  nivîskarê ermenî Zabel Yesayan û Sakine Cansiz a li Parisê hatî kuştin kir.

 

Merasima xelat dayînê bi stranên Ahmet Aslan û Yasemin Goksuyê hat dawî bû.


Parlamenter Orhan Dogan di nav lîsteya SHPê de sala 1991ê wek parlamenterê Şirnexê hatîbû hilbijartin. Piştî krîza sondxwarina kurdî hatî bû girtin. Dogan, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê hatbû dadgehkirin û 15 sal ceza standibû. Sala 2004ê piştî ji girtîgehê derketî . 2007 li festîvala navçeya Bazîdê ya Agiriyê krîza dil derbas kirîbû jiyana xwe ji dest dabû.