TIRKIYE - Erdên ku 2 salan beyar bimînin dê bidin kirê
Hewlêr (Rûdaw) – Biryara “Erdên ku 2 salan li ser hev neyên çandin dê bi kirê bên dayîn” di Rojnameya Fermî de weşiya.
Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê derbarê erdên çandiniyê yên 2 ku salan li ser hev beyar dimînin rêziknameyeke nû belav kir.
Li gor rêziknameyê erdên ku 2 salan neyên çandin dê bidin kirê.
Rêzikname îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gor rêziknameyê, dê saziyên fermî ne di çarçoveya vê biryarê de bin.
Hat gotin ku divê kesê zeviyan kirê bike wan zeviyan tenê ji bo karên çandiniyê bi kar bîne.
Di rêziknameyê hat gotin ku dê di bin sîwana Wezareta Çandinî û Daristanan de komîsyonek bê avakirin û dê komisyon zeviyên beyarmayî tesbît bike.