Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sarizê ya parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê bi hêza 4,7 pileyan erdhejek çêbû.
Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî berdewam in.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku demjimêr 13.17an li navçeya Sarizê ya Qeyseriyê bi hêza 4,7 pileyan erdhejek çêbûye.
Herwiha hat ragihandin ku erdhej 7,06 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî derbarê erdhejê de got ku AFADê û saziyên peywendîdar li qadê dest bi lêkolînê kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse