Li Edirneyê 111 koçber hatin desteserkirin

22-08-2023
RÛDAW
Nîşan Edirne Koçber Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edirneyê ya Tirkiyeyê, 111 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Parêzgariya Edirneyê ragihand ku şeva 21ê Tebaxê 26 tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Edirneyê ji bo rêgiriya koçberan pişkinîn kirine.

Parêzgariyê ragihand ku 105 polîs beşdarî xebatan bûne wan li qadên vekirî, avahiyên vala û cihên qerebalix ên bajêr pişkinîn kirine.

Di encama van pişkinînan de 111 koçber hatine desteserkirin.

111 koçber piştî karên yasayî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edirneyê hatine kirin.

Li aliyê din, polîsan di pişkinînan de dest daniye ser 11 hezar û 320 lîreyî, 320 euroyî û kelûpelên birîna têlan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst