ANTALYA - Kesekî hevjîna xwe bi kêrê kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kepezê ya bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê kesekî hevjîna xwe da ber kêran û ew kuşt.

Şeva borî li Taxa Yenî Emekê ya navçeya Kepezê, kesekî bi navê M.Y. çû mareketa ku hevjîna wî ya bi navê Sumeyye Y. lê dixebite.

Piştî demekê di navbera her duyan de nîqaş derket û M.Y. bi kêrê da pey hevjîna xwe.

Li gorî zanyariyan, jina navborî ji bo ku xwe ji derbên kêrê rizgar bike, ket depoya marketê û derî ji pişt ve kilîl kir.  

Hevjînê wê M.Y. derî şikand û di depoyê de hevjîna xwe da ber kêran û ji cihê bûyerê reviya.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û diyar bû ku jina navborî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Ekîban, termê Summeyeya ku dayika zarokekî bû ji bo karûbarên otopsiyê rakir Bijîşkiya Dadî ya Antalyayê.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ji bo destserkirina M.Y. dest bi xebatan kiriye.

310 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin

Li gorî amarên Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 7 mehên destpêkê yên îsal de 310 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.