Bûyera Dêrikê - CHP: Çima hate qedexekirin mirov fêm nake

22-08-2022
RÛDAW
Nîşan CHP Bûyera Dêrikê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Faîk Oztrak dema ku Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHPê berdewam dikir li Navenda Giştî ya CHPê civîna çapemeniyê li dar xist û li ser qezaya barhilgiran a di 20 Tebaxê de ku li Dêrik a Mêrdînê rû da û 20 kesan canê xwe ji dest da got, “Di pêvajoyên wiha aloz de çima qedexeya weşanê tê ragihandin, mijar bi awayekî vekirî li ber çavê gel nayê nîqaşkirin, ne mimkûn e ku mirov vê yekê fêm bike.”

Berdevkê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Faîk Oztrak daxwaz kir ku qezayên trafîkê yên li Dîlok û Mêrdînê bên lêkolînkirin.

Oztrak li ser bûyeran got, “Di dawiya hefteyê de li Dîlok û li Dêrik a Mêrdînê qezayên trafîkê yên mezin çêbûn. Di her du qezayan de 35 welatiyên me canê xwe ji dest dan. Hat gotin ku barhilgirên qezaya Dêrikê yên heman kompanyayê ne. Ev gumana tawîzan di derbarê kar û ewlehiya otomobîlan de zêde dike. Li aliyê din ji ber lêçûnên zêde; me gelek caran gotiye ku li şûna ku lastîkên kevin ên otobusan û barhilgiran biguherin, niha lastîkên wan tîjtîjî dikin. Me got ku kontrol û sîgorte di wextê xwe de nayên kirin. Me li ser van xetereyan hişyarî da lê hikûmetê dengê barhilgir û otobusan nebihîst. Divê rola wan a di van qezayan de jî bê lêkolînkirin. Em li bendê ne ku ev hemû qeza bi awayekî cidî bên lêkolînkirin û cezayên herî giran li berpirsyaran bên dayîn.”

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Enqerê Şewket Herkî jî li ser bûyera trafîkê ya Dêrikê ji Oztrak pirsa qedexekirina weşanê kir.

Oztrak di bersiva pirsa Rûdawê de anî ziman, “Di pêvajoyên wiha aloz de çima qedexeya weşanê tê ragihandin, mijar bi awayekî vekirî li ber çavê gel nayê nîqaşkirin, ne mimkûn e ku meriv vê yekê fêm bike. Me di vê mijarê de daxwaza xwe kir. Ji ber valahiya ewlehiyê, lêçûnên zêde û di vê çarçoveyê de ji ber alîkarî û piştgiriya ku ji esnafên me re nehatine şandin, heger di veguhestinê de valahiya ewlehiyê çêbibe divê ev demildest bê çareserkirin. Me gelek caran ev yek anîne ziman.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst