Umit Ozdag: AKP dixwaze heta hilbijartinan bo 3 milyon Sûrî nasnameyê bide

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag îdîa kir ku her diçe hejmara koçberên ku nasnameya Tirkiyê werdigrin zêde dibe û ev jî bi sedema dengdayîna di hilbijartinan de tê kirin.

Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag 22ê Tebaxa 2022ê li navenda partiya xwe civineke çapemeniyê saz kir û derbarê mijarên di rojevê de bersiva rojnamevanan da.

Ozdag di civînê de bang li serokên 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê kir ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin Enqerê Mansur Yavaş wek berbijêrê Serokkomariyê nîşan bidin.

Herwiha Ozdag derbarê koçberên li Tirkiyê jî îdîa kir ku bo 13 hezar û 327 koçberên Pakistanî nasnameya Tirkiyê hatiye dayîn û eger ev ne rast be divê berpirs vê yekê eşkere bikin.

Serokê Partiya Zafer Umit Ozdag wiha axivî: “We ji bo 13 hezar û 327 koçberên Pakistanî nasnameya Tirkiyê daye, yan ne daye divê hun vê yekê eşkere bikin. Eger we daye pîvanên we çi ne? Herwiha heta beriya mehekê koçberên Sûrî yên ku nasnameya Tirkiyê wergirtine hejmara wan 1 milyon û 476 hezar û 368 kes bû, ez bawerim ev hejmar heta îro roja me hê jî zêdetir bûye. AKP armanc dike heta hilbijartinan vê hejmarê bighêjîne 3 milyon Sûrî.”