Li Çanakkaleyê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ezînê ya parêzgeha Çanakkaleyê bi hêza 4,7 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Ezînê ya Çanakkaleyê erdhej çêbû.

Li bajarên derdorê jî hest pê erdhejê hat kirin.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 17:39an çêbûye û hêza wê 4,7 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 10,23 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin lê di dîmenan de tê dîtinku dîwarên gelek avahiya derizîne.