Li Kayseriyê 4 gumanbarên DAIŞ û El Qaîdeyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 2 navçeyên  bajarê Kayserî ya Tirkiyê di operasyoneke hemwext de 4 gumanbarên DAIŞ û El Qaîdeyê hatin desteserkirin ku li Iraq û Sûriyê kar û xebat bo wan rêxistinan kirine.

Parêzgariya bajarê Kayserî ya Tirkiyê di daxuyaniyeke xwe de ragihandiye ku Tîmên fermandariya Cendermeyan a Kayseriyê ji bo desteserkirina 7 gumanbarên ku li Iraq û Sûriyê  karûbarên rêxistinên DAIŞ û El Qaîdeyê kirine lêkolînek daye destpêkirin.

Li gor ku parêzgariya navborî dibêje tîmên cendermeyan di çarçoveya lêkolînan de îro 21ê Temûza 2022ê li 4 navnîşanên cuda yên li navçeyên Kocasînan û Talas di operasyoneke hemwext de 4 endam ji wan destserkirin.

Hatiye ragihandin karûbarên yasayî yên her 4 gumanbarên desteserkirî li navenda jendermeyan a Kayseriyê berdewam in.