Hewlêr (Rûdaw) - Li 2 navçeyên bajarê Kayserî ya Tirkiyê di operasyoneke hemwext de 4 gumanbarên DAIŞ û El Qaîdeyê hatin desteserkirin ku li Iraq û Sûriyê kar û xebat bo wan rêxistinan kirine.
Parêzgariya bajarê Kayserî ya Tirkiyê di daxuyaniyeke xwe de ragihandiye ku Tîmên fermandariya Cendermeyan a Kayseriyê ji bo desteserkirina 7 gumanbarên ku li Iraq û Sûriyê karûbarên rêxistinên DAIŞ û El Qaîdeyê kirine lêkolînek daye destpêkirin.
Li gor ku parêzgariya navborî dibêje tîmên cendermeyan di çarçoveya lêkolînan de îro 21ê Temûza 2022ê li 4 navnîşanên cuda yên li navçeyên Kocasînan û Talas di operasyoneke hemwext de 4 endam ji wan destserkirin.
Hatiye ragihandin karûbarên yasayî yên her 4 gumanbarên desteserkirî li navenda jendermeyan a Kayseriyê berdewam in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse