Li bajarê Balikesîr erdhejek bi hêza 4.6 çêbû

22-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gonen a ser bi parêzgeha Balikesîr ê Tirkiyê, erdhejek bi hêza 4.6 pileyên Rîxterê çêbû. Ew erdhej li 4 parêzgehên din û bi taybet Stenbolê jî hatiye hestkirin

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) ragihandiye, roja  21ê Temûza 2022ê di demjimêr 18.44ê de erdhejek bi hêza 4.6 pileya Rîxterê li navçeya Gonen a Balikesîrê çêbûye û kûrahiya wê jî 12.32 kîlometre bûye.

Li gor zanyariyan, ew erdhej li bajarên Stenbol, Tekîrdag, Çanakkale û Bursayê jî hatiye hestkirin û di nav xelkê de bû sedema tirs û xofeke zêde.

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettîn Koca piştî erdehejê ragihand ku di erdhejê de, ti bûyereke canjidestdanê nehatiye tomarkirin.

Koca herwiha diyar kiriye, ti binkeyeke tendirustiyê jî ji ber pêşhateke erdhejê nehatiye agahdarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst