17 gundên Kurdên li Anatolyaya Navîn bêav mane

Enqere (Rûdaw) - Di werzê havînê de kêşeya avê li her derê zêde dibe, bi taybetî jî li cihên karên cotkarî û ajeldariyê tê kirin av pêdiviyeke sereke ye. Ji Kurdên Anatolya Navîn, 17 gundên Kurdan li Desta Balayê bi salane li benda çareserkirina kêşeya avê ne.

Deşt û zeviyên bêserûbin ên Anatolya Navîn, bi sedan salan e Kurdan dorûberên wan ji bo xwe kirine war û wargeh. Gundê Malmusayê ku yek ji mezintirîn  gundê Kurda ye li devera Deşta Balayê niha bê av maye.

Cotkarê bi navê Osman Konukçû li Gundê Malmusayê karê çandinî û cotkariyê dike, lê ji ber nebûna avê rûyê zeviyên wî hişk bûye û bê bereket û berhem maye.

Cotkar ji gundê Malmusayê Osman Konukçu ji Rûdawê re got: “Ava me tine 15 sal e  heye, berê ava me ya vexwarinê jî tine bû. Sê sale ava me ya nav malan heye, piştî ava nav malan hat me li ber derê malan xwe dar çandine, lê ji bo avdana zeviyan û karê cotkariyê ava me tine. Du bendav hene, lê  em li hêviya xwedê ne, sala ku baran bibare baş e, lê sala baran tine be na ka ne yem tiştek nîne. Em diçin bi pere dikirin û em dikevin di bin deynan de.” 

Li devera navçeya Balayê ya Enqerê 17 gundên Kurdan di navbera 2 bendavan û çemekî de bêav mane. Kêm û zêde hemû kes li wan gundan di wê baweriyê de ne ku nedana avê ji ber kurdbûna wan e.

Ezayê Mixtarê Gundê Malmusayê  Ramazan Aktaş jî dibêje: “Ez wisa difikirim ku sedema vê yekê ji ber ku em Kurd in avê nadin me. Lê li vê herêmê li kêleka 17 gundên me 25 gundên Tirkan jî hene, em çi aciziya wan nakin. Sala 1960 mezinê me gotin dê avê bidin me jî heta niha jî em li bendê ne.”

 Ava vexnwarinevê sê sal beriya niha gihiştiyê gundên Kurdan,  pêştir gundiyan avên xwe ji bîran dikişandin, nebûna avê bandorê li ser jiyana ajeldariyê  jî kiriye. Ekîm jî li gundê Malmusayê şivanî û gavaniyê dike, lê bi dîtina wî eger mijara  avê neyê çareserkirin,  êdî çi kes li wan gundan namîne.

Derbarê pirsgirêka avê de xwediyê pez û dewaran Ekîm Guneş wiha axivî: “2-3 hezar hewyanên biçûk nêzîkî 300-400 jî hewyanê mezin hene, lê ji ber ku av tine, heta 2-3 salên din êdî ew jî namînin.” 

Gundan Kurdan li dorûbera navçeya Balayê dikevin ber çemê Qizilirirmak û bendavên Kesîkoprî û Hîrfanlî, tevî ku pêştir kefşa avê hatiye kirin û projeyek jî hatiye danan, lê heta niha jî karek ji bo çareserkirina avê nehatiye kirin.