Adnan Oktar şandin zîndana ku Demirtaş lê dimîne

22-07-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Zîndana Edirne Adnan Oktar Demirtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî binçavkirina wî ji aliyê hêzên emnî yên Tirkiyê ve, biryara girtina Adnan Oktar hat derxistin û ji bo wê zindana ku Demîrtaş lê dimîne, tê veguhastin.

 

Oktar îro êvarî ji bo zindana sizayên giran a Edirneyê hat şandin, ku di heman zindanê de hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş û parlemnterê berê yê Fraksyona HDPê Abdullah Zedan têde girtî ne.

 

Adnan Oktar kesayetekî naskirî yê Tirkiyê ye, ku xwe weke kesekî oldar dide naskirin û bi navê Harun Yeyha jî li Tirkiyê tê naskirin.

 

Adnan Oktar li ser biryara dozgerê giştî yê Tirkiyê li Stenbolê roja çarşemniya bihorî 11ê Tîrmeha 2018an li mala xwe tevî 168 morîdên wî hatibû girtin.

 

Adnan Oktar ji aliyê dozgerê giştî yê komarî yê Stenbolê ve bi damezrandina rêxistineke li derveyî yasayê, encamdana tawanan, sîxorîkirina siyasî û serbazî, bikaranîna bîr û baweriyê jibo berjewendiya xwe û encamdana tawanan di derheqê zarokan de hatiye tohmetbarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst