Festîvala Beyoglûyê li Meydana Taksîmê birêve diçe

Stenbol (Rûdaw) - Meydana Taksîmê ya li Beyoglûya Stenbolê careke din bi festîvaleke rengîn geş dibe. Meydana ku di rabirduya xwe de her dibû cîhûwarê çalakiyên siyasî û ragêşiyên civakî, niha ji bo dîtina karên hunerî û pîşeyên ciyawaz mazûbaniya xelkê dike.


Meydana Texsîmê ku vîtrîna Stenbolê ye her cûre çalakî, mîting, şahî û bernameyên cûrbecûr dîtine. Lê niha ew meydana dîrokî dest û çavên ku di ber kar û pîşeyên hunerî de çal çalî bûne li xwe dike mêvan.


Festîvala Beyoglûyê careke din li vê meydana navdar standên xwe danîn û hosteyên wan pîşeyên ku êdî li ber têkçûnê ne jî li vir hunare xwe berdewam in. Ew kalemêrê ku 60 sal e kevçiyan çêdike jî yek ji wan e. Bi ya wî beriya her tiştî hez divê.


Hosteyê kevçiyan Sabrî Ozşahîn ji Rûdawê re wiha got: “Ez ji Tarakliya Sakaryayê me 60 sal e ez hosteyê kevçiyan im. Ew kultura me ye. 4 gundên Tarakliyê vî karî dikin. Em van ji darê şîmşîr çêdikin. Kesên ku bi kevçiyên şîmşîr xwarinê dixwin nexweşiyên mîde û pirsgirêkên diranan nasnakin. Kesên ku vî karî bi destan berdewam dikin neman. Her tişt bûye fabrîkasyon. Herkes jî nikare kevçiyan çêke. Ew kar bi eşqê dibe.”


Di çarçoveya festîvalê de nêzikî sed dikan hatine vekirin. Li her dikanekê corekî karên hunerî têne kirin, nîşandan û berhemen xwe jî têne firotin. Li vê standê jî hevrîşim bi şêweyê kevneşop tê honandin. Karê ku li fabrîqeyan tê kirin, li vê derê ji aliyê vî camêrî ve bi destan û weke numayîşekê berdewam dike.


Hosteyê hevrîşmê Mehmet Buyukaşik jî got: “Ez pêşiyê qozê hevrîşmê diavêjim nava ava kelî. Ew di avê de vedirise. Pişt re ez bi vê firçeyê benê wan qozan li vê çiqrixê girê didim û dizivirînim. Tiştê ku hun li vir dibînin tev de hevrîşm e. Bi saya vê festîvalê em vî karê ku li ber têkçûnêyê berdewam dikin. Ew jî tiştekî gelekî baş e. Xelk jî bi vî awayî karê me nasdike.”


Bulent Fistikcî jî xelkê Dîlokê ye û karê wî jî neqişandina dar û textan e. Her cûre amûran bi birinc û sedef dineqişîne. 30 sal bê navber vî karî dike û zarokên wî jî şagirtiya wî dikin.


Hosteyê Sedefê Bulent Fistikcî jî anî ziman: “Ez li Dîlokê vî karî dikim. Min di 10 saliyê de dest bi vî karî kir û ez hunermendê wezareta çandî yê tescîlkirî me. Ez beşdarî fûarên derveyî Tirkiye jî dibim. Zêdetir em darê gûzê bikar tînin. Ciwanên niha bala xwe nadin karên wiha. Ji ber wê gihîştina hosteyan jî pêkan nabe. Di karê me de sînor nîn e.”


Festîval bi mebesta ku bêhtir geştiyar û xwecihî li meydanê dema derbaskin tê sazkirin.  Bi taybetî geştiyar jî bi eleqeyeke germ lê digerin. Festîval wê bi dirêjahiya 5 mehan û her meh li ser formateke cihê berdewam bike.