Devlet Bahçelî: Divê Tirkiye ji bo Rojava Barzanî hişyar bike

Enqere (Rûdaw) – Piştî ku navçeya Serêkaniyê ya rojavayê Kurdistanê ket di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî PYDê de, Tirkiye li ser sînor ket tevgerê. Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî ji ber vê yekê hikûmeta Tirkiyê hişyar kir û wiha got: “Divê Tirkiye ragihîne ku wê li bakûrê Sûriyê li hemberî ragihandina rêveberiyekî xweser (otonom) bi leşkerî mûdaxele bike.”

Di rêza sêyemîn de Tirkiye heye

Duh serokê MHPê Devlet Bahçelî li ser bûyerên li rojavayê Kurdistanê diqewimin û îdiayên wê PYD xweseriya demokratîk ragihîne, li navenda partiya xwe civînek çapemeniyê lidarxist. 

Devlet Bahçelî wiha got: “Piştî bakûrê Iraqê, sêwana herêmekî xweser a duyemîn hatiye dirustkirin û dergehê wê hatiye vekirin. Xwedê biparêze, lê ger wisa biçe; di rêza sêyemîn de Tirkiye heye. Kontrolkirina navçeya li ser sînorê Tirkiyê ya ji aliyê partiya terorîst PYDê ve, ji bo me metirsîdar e. Tişta li bakurê Sûriyê rûdide, di encama înad û eniya bê encam ya AKPê ya li hemberî Esed derketiye.”

PYDê di pratîkê de xweserî ragihandiye 

Bahçelî rexne li wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Davutoglu girt û wiha got: “Wezîrê derve yê vale vale daxive. Hûnê heta kengê destûrê bidin ku yekî wisa wezîrê derve yê Tirkiyê be? Ka em temaşe bikin xeyalên AKPê bi kûve diçin? Tevî ku serokwezîr (Recep Tayîb Erdogan) berî salekê gotibe, ‘em nabêjin ey wellah’ jî PYDê di pratîkê de xweserî ragihandiye.”

PKK ne nûnerê birayên min ên kurd e

Serokê MHPê ragihand ku serokwezîr bêdeng dibe û 5 pêşniyarên xwe pêşkêş kir: “1-Meseleya herî lezgîn ew e ku pêşî li fermiyeta herêma xweser a PKKê bê girtin. Divê hikûmet ragihîne di vî warî de wê çi pêngavan bavêje. 2-Divê Tirkiye ragihîne ku ger li Sûriyê herêmekî xweser bê ragihandin, wê bi leşkerî mûdaxele bike. 3-Divê amadekariyên leşkerî li ser sînorê me bên kirin û dereng nekeve. 4-Divê Barzanî bi zimanekî vekirî bê hişyarkirin ku hemû piştgiriya xwe ya ji bo PKKê qût bike. 5-Divê serokwezîr dawî li bazariya ligel terorîstan bêne û mejiyê xwe bêne serê xwe.

Li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê, çar parçeyên ji hev qut bûne dewletekî nû tê avakirin. Serokwezîr li hemberî van tiştane bêdeng e. Li Tirkiyê behsa herêmek wekî bakûrê Kurdistanê tê kirin. Lê hikûmet li hemberî vê yekê ti îtiraz û dijberiyek nekiriye. PKK ne nûnerê birayên min ên kurd e.”